Li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi kurdî hatin jêbirin
Komeke nasnameya wan nediyar li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi kurdî, “Hêdî” û “Pêşî Peya” bi boyaxa reş jê birin.

Piştî Wanê li Amedê jî nivîsên bi kurdî yên “Hêdî” û “Pêşî Peya” hatin jê birin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê şevê din saet derdora 03.21ê otomobîlek, kamyonek û wesayîteke bi markaya Rangerê çûye pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Her weha li gorî heman nûçeyê kesek ji wesayîta Rangerê peya bûye û di kêleka wî de çek hebûye, li devera lambayên trafîkê hatin û çûna wesayîtan kontrol kir. Piştre jî 2 kesên ji wesayîtê peya bûn û derdor kontrol kirin. Kesên din jî bi firçe û boyaxan nivîsên bi kurdî reş kirin.
Her weha li kolana Ofîsa navçeya Bajarê Nû ya Amedê jî li gelek cihên din ên bajar nivîsên bi kurdî hatin jê birin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.