ERDHEJÊN 6Ê SIBATÊ
Li Amedê di lêpirsîna Sîteya Galeriayê de 7 kes serbest bûne
Li Amedê di erdhejan de di Sîteya Galerîayê de 89 kes miribûn. Di lêpirsîna têkildarî sîteyê de 7 gumanbar serbest bûne.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di erhejên 6ê Sibatê de di Sîteya Galerîayê de 89 kes miribûn. Di lêpirsîna têkildarî Sîteya Galerîayê de ji kesên ku hatine girtin jê 7 gumanbar duh tehliye bûne.
Di Buroya Lêpirsîna Erdhejê de cîgirek serdozgerê komarî û sê dozger wezîfedar in.
Parêzerên 7 gumanbaran ji bo ku miwekîlên wan were tehliyekirin serî li 2emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya nobedar dabûn.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran nirxandiye û berhevkirina delîlan weke hêcet nîşan daye û biryara berdana B.Y., E.T., M.T., M.A.Ö., N.Y., R.Ş. û S.Ö. daye.
Di çarçoveya lêpirsînê de girtî mayîna 4 karsazan dewam dike.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.