Li Aksarayê bi pileya 4.4ê erd hejiyaye
AFADê eşkere kiriye ku li Aksarayê di saet 04.01ê de bi pileya 4.4ê erd hejiyaye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 04.01 xulekan de bi pileya 4,4ê li Aksarayê pêk hatiye.
Hatiye diyarkirin, ku erdhej 2,67 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.
Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 4,4ê pîvaye û kûrahî jî weke 5 kîlometre diyar kiriye.
AFADê li ser hesabê xwe yê medya civakî destnîşan kiriye, piştî erdhejê derbarê xesaran de çi tiştek neyênî ji bo nehatiye.(TP/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.