Li Agirîyê sê leşker û cerdevanek mirin
Hêzên leşkerî vê sibeyê li Çiyayê Tendûrekê dest bi operasyonekê kirin. Di navbera endamên PKKyê û leşkeran de şer derket. Sê leşker û cerdevanek mirin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hêzên leşkerî vê sibeyê li Çiyayê Tendûrekê dest bi operasyonekê kiriye. Di navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê, PKKyê û leşkeran de şer derketiye. Sê leşker û cerdevanek mirine, çar leşker jî birîndar bûne.
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) bi daxuyaniyekê bûyer piştrast kir.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê duhî endamên PKKyê TIRên li ser rêya Bazidê şewitandine. Leşkeran bi helîkopter û hêzên bejayî dest bi operasyonekê kiriye.
Operasyon didomin. (NV/MB)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.