Li Afrîkaya Başûr agir bi avahiya koçberan ketiye: 73 kes mirine
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didom in û rayedarên wî welatî bi endîşe ne ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.

Ji bo nÛçeya tirkî bitikîne
Johannesburg bajarê herî mezin yê Afrîkaya Başûr e. Li wî bajarî agir bi avahiyeke pirqatî ketiye ku di encamê de herî kêm 73 kes mirine û 52 kes jî birîndar bûne. Di nav kesên ku mirine de pitikek jî heye.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didom in û rayedarên wî welatî bi endîşe ne ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Li navenda bajarê Johannesburgê danê sibehê li avahiya 5 qatî şewat derketiye.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Servîsa Rewşa Lezgîn a Afrîkaya Başûr ve hatiye dayîn de hatiye diyarkirin ku hê jî sedema şewatê nehatîye tespîtkirin,
xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Rayedaran diyar kirin ku piraniya agir hatiye vemirandin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.