Li 6 bajarên heremê rêya 1648 gund û taxan ji ber berfê hatine girtin
Ji ber barîna berfa zêde li 6 bajarên herêmê rêya hezar û 648 gund û taxan hatine girtin.
.jpg)
Fotograf: AA
Berfê rêya hezar û 648 gund, navçe û taxên serbi bajarên Erzîrom, Erdexan, Îdir, Agirî, Erzîngan û Dêrsimê girtiye.
Ji ber berfê li Erzîromê 740, li Erzînganê 449, li Dêrsimê 307, li Agiriyê 98, li Erdexanê 23 û li Îdirê jî 31 rêyên gund û navçeyan hatine girtin.
Tîmên peywendîdar ji bo ku rê vekin xebatên xwe berdewam dike. Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, pêla barîna berfê hefteya bê bihêztir dibe û pileyên germê jî berdewam dadikevin.(AY)
*Çavkanî: Rûdaw, AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.