Li 3 gundên Bedlîsê derketina derve hatiye qedexekirin
Walîtiya Bedlîsê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku biryara qedexeya derketina derve "ji ber operasyona leşkerî" hatiye dayîn.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li 3 gund û gundikên navçeya Bedlîsê, Hîzanê, di navbera 14 û 16ê Tîrmehê de derkitina derve hatiye qedexekirin.
Walîtiya Bedlîsê biryara qedexeyê aşkere kiriye.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê, li gund û gundikên Hîzanê yên bi navê Xalapur, Kekolan û Akunîsê, ji ber operasyona leşkerî ya hatiye destpêkirin, ji 14ê Tîrmehê roja Pêncşemê saet 00.30 deqîqeyan heta 16ê Tîrmehê roja Şemiyê saet 20.00ê derketina ji derve hatiye qedekirin. (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.