Li 18 bajaran 98 kes hatin desteserkirin
Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku li 18 bajaran operasyonên hemwext hatin lidarxistin.

Wezareta Karên Navxweyî têkildarî serdegirtin û desteserkirinên ku li gelek bajaran di bin koordînasyona Serokatiya Beşa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Giştî ya Emniyetê pêk hatin îro daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li 18 bajaran di serdegirtina malan de 98 kes hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku operasyon bi di serî de li Agirî, Semsûr, Riha, Çewlîg, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg û Sêrtê û li dijî "kesên ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê dikin û endamên PKK/KCKyê ne" hatiye kirin.
Ji aliyê din ve li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyonên ku li Şirnex, Sêrt, Mereş, Amed, Mûş û Dêrsimê hatin kirin de "63 şikeft, sitargeh û depo hatin îmhakirin." (TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.