Li 10 bajaran di serdegirtinên malan de 72 kes hatin desteserkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li 10 bajaran de 72 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya têkildarî kesên di rojên dawî de di serdegirtinên malan de hatine desteserkirin daxuyanî da.
Li gorî nûçeya MAyê Yerlîkaya, li ser hesaba xwe ya Xê ragihand ku di serdegirtinên malan ên li 10 bajaran de 72 kes hatine desteserkirin.
Hat zanîn ku kesên li Mêrdîn, Antalya, Xarpêt, Semsûr, Amed, Eskîşehîr, Stenbol, Balikesîr, Colemêrg û Rihayê hatine desteserkirin bi îdiayên ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” tên tawanbarkirin.
Gelek kesên hatibûn desteserkirin duh piştî îfadeyan hatibûn berdan.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.