KuirFesta 11ê ya Pembe Hayatê wê di 30ê Îlonê de dest pê bike
Festîval wê bi sernavê “Qedexe be bila qedexe be” di 30ê Îlonê de li Enqereyê dest pê bike û heta 2yê Çiriya Pêşiyê dewam bike. Li Stenbole jî wê di navbera 14 û 16ê Çiriya Pêşiyê de li dar bikeve.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Digel zext û zordariyê Pembe Hayat KuirFest wê bi bernameyeke tijî û renorengo pêk bê. Di bernameya festîvalê de kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj, şano, gazîno, kargeh, partî û mevan hene.
Festîval wê bi sernavê “Qedexe be bila qedexe be” di 30ê Îlonê de li Enqereyê dest pê bike û heta 2yê Çiriya Pêşiyê dewam bike. Li Stenbole jî wê di navbera 14 û 16ê Çiriya Pêşiyê de li dar bikeve.
58 fîlm, pênc kargehên taybet, pênc bername û şano jî wê bên pêkanîn.
Lale Mansûr, Nûkhet Dûrû, Popo Fan, Kamî Sîd û gelek hunermend wê beşdarî bernameyan bibin. (ED/EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.