Kûçikê hatî terkkirin xwest li vapûrê siwar bibe
Kesek an jî hin kesan kûçikê xwe li Karakoyê hişt û bi vapûrê çû aliyê dî yê avê(Kadikoy). Kûçikî jî xwest li vapûrê siwar bibe. Karkeran destûr neda kûçikê bêxwedî. Ji bo kûçikî seferên vapûrê sekinîn.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Kesek an jî hin kesan kûçikê(se) xwe li Karakoyê hişt û bi vapûrê çû aliyê dî yê avê(Kadikoy). Kûçikî jî xwest li vapûrê siwar bibe. Ji bo kûçikî seferên vapûrê 15 deqîqeyan sekinîn.
Bûyer di 2ê Kanûna Paşiyê de pêk hat.
Kûçikî xwest li pey wan kesên ew terkkirî biçe lê karkerên vapûrê rê nedan kûçikê bêxwedî.
Rêwîyan(rêwingîyan) demekê nekarîn li vapûrê siwar bibin. Dema karmendan xwestin banî şaredariyê bikin heywanhezan destûr neda wan û diyar kir şaredarî heywanan bi maddeyên hişber gêj dikin.
Kesek bi navê Burhan ku ev çil sal in bi navê “Burhan Pazarlama” etariyê di vapûrê de dike, xwarin da kûçikî û ji rêya rêwingîyan da paş.
Piştî 15 deqîqeyan vapûr bi rê ket.(EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Alî Fikrî Işikî beraet kiriye, wî gotibû “neçe leşkerîyê here dîskoyê”
16 Tîrmeh 2019
.jpg)
Li Stenbolê dengên AKPyê di sê hilbijartinan de: 2004, 2009 û 2014 çawa guherî?
21 Adar 2019

PARÊZER MAHSÛNÎ KARAMAN
“DMMEyê him serlêdana Demîrtaşî him jî ya Tirkiyeyê qebûl kiriye”
19 Adar 2019

Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye
23 Mijdar 2018

Dadgehekê ji Zanîngeha Mûşê xwestiye ew xwe biparêze
13 Mijdar 2018
.jpg)