Koreya Başûrî: Fûzeya Kîm Joungî dikare hata Washingtonê biçe
Koreya Bakurî di 29ê Çiriya Paşiyê de ji bo ceribandinê fûzeyek(moşekek) avêt Behra Japonyayê. Li gor Koreya Bakurî ew dikarin bi vê fûzeyê li Washingtonê bide.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Koreya Bakurî di 29ê Çiriya Paşiyê de ji bo ceribandinê fûzeyek(moşekek) avêt Behra Japonyayê. Dîmenê serokê Koreya Bakurî, Kîm Joungî hatin belavkirin ku di dema fûzeavêtinê de ew dikene.
Li gor Koreya Bakurî ew dikarin fûzeyan li Washingtonê bidin. Fûzeya ceribandinê piştî hatî teqandin 53 deqîqeyan li hewa maye û li armancê ketiye.
Rayedarên Koreya Başûrî jî piştrast kirin ku ew fûze dikarin heta Amerîkayê biçin.
Li gor Wezareta Parastinê ya Koreya Başûrî ew fûze bi şewata rehn dixebitin û dikarin heta 13 hezar kîlometreyan bifirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî li ser hesabê xwe yê Twitterê ceribandina fûzeyan şermezar kir.(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.