Koreya Bakurî, ji bo ceribandinê 6 caran fûze teqandine
Koreya Başûrî daxuyandiye ku Koreya Bakurî fûzeyan diavêje Behra Rojhilatî.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koreya Başûrî daxuyandiye ku Koreya Bakurî fûzeyan diavêje Behra Rojhilatî. Koreya Başûrî eşere kiriye ku welatê wan û DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) çavdêrîya ceribandinên Karoya Bakurî dike û ji bo hemî rewşan amade ne.
Ajansa nûçeyan a Yonhabê ji Ajansa fermî ya Koreya Bakurî (KCNA) ragihandiye ku Koreya Bakurî dê bi Koreya Başûrî re dîsa dest bi mizakereyan neke.
Koreya Bakurî daxuyandiye:
“Ew ê fêm bikin ka em çi hest dikin. Em nafikirin ku bi rayedarên Koreya Başûrî re rûnin an jî bi wan re mizakereyan bikin.”
Hêjayê gotinê ye ku DYA û Koreya Başûrî 5ê Tebaxê bi hev re dest bi tedbîqeta leşkerî ya bi navê "19-2 Dong Maeng" kiribû.
(DB/MB)
Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.