VÎDEO NÛÇE
Kooperatîfa Jinan a Şîmelê: Ger jin bi biryar bin dikarin her tiştî bikin

Li Amedê 8 jin hatin gel hevdû û bi navê Şîmelê Kooperatîfeke jinan ava kirin. Jinên ku çend sal berê li xwaringehekê bi hev re dişixûlîn û hevdû nas dikirin, niha jî ji bo vê Kooperatîfê hatin gel hevdû. Di Kooperatîfa de tevahiya xwarinên heyî bi keda van her 8 jinan tên amadekirin û xwarinên herêmî lê tên çêkirin.
Ji Kooperatîfa Jinan a Şîmelê têkildarî kar û xebatên xwe Şîmel Begîk û Kadriye Tûtalê diyar kirin ku li gel hemû zor û zahmetiyên aboriyêyê jî ew hewld didin li ber xwe bidin û bi vê Kooperatîfê karên xwe berfirehtir bikin.
Şîmel Begîkê her wiha bal kişand ser rewşa yekbûna jinan û got: “ Xebatkarên me tev jin in. Me di vê demê de dît ku çiqas zor û zahmetî hebin jî ger jin biryarekê bidin û werin gel hevdû kedeke bi qiymet derînin holê. Ger jin bi rêxistin bin û bi biryar bin dikarin her tiştî bikin.” (WT/FD)
Çîrokbêj Sitî: Bila çanda çîrokbêjiyê di nav kurdan de bidome

Helbestvan Leyla Saraç: ‘Dema Tu Çûyî’ behsa welat û bêrîkirinên min dike

Paramaz Mercan: Divê her kes li Dêrê jî xwedî derkeve

Wênesaz Nûrhîn El Hisên: Ez dixwazim bi xêzên xwe dengê kurdan bidim bihîstin

ŞAREDARİYA FARQÎNÊ
Kadrî Esen: Em ê bi xebatên bi vî rengî hewl bidin rê li pişaftinê bigirin
