HILBIJARTINA SEROKOMARIYÊ
KONDA: Di tûra duyemîn de Erdogan ji sedî 52,7ê dengan bidest dixe

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya KONDAyê îro encamên lêkolîna xwe ya têkildarî hilbijartina serokomariyê eşkere kir.
Li gorî daneyên KONDAyê Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,7ê dengan û Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Milletparêz Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,3yê dengan bidest dixe.
Lêkolîn di navbera 20-21 Gulana 2023an de hatiye kirin. Di çarçoveya lêkolînê de li 154 tax û gundên 108 navçeyan û 34 bajaran bi 3607 kesan re rû bi rû di malên wan de hatiye axavtin. Ji bo 24 anketên ku li her taxê hatin kirin kotaya temen û zayendê hatiye sepandin.
Bajarên ku di çarçoveya lêkolînê de xebat lê hatine kirin ev in:
Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bîlecîk, Bursa, Çanakkale, Denizli, Amed, Elezîz, Ezirgan, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Gîresûn, Hatay, Mersîn, Stenbol, Karaman, Îzmîr, Qers, Qeyserî, Kirklareli, Konya, Meletî, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Sêwas, Tokat, Trabzon, Riha, Wan.
Rêjeya xeletiya encamên lêkolînê +/- 1,63 di navbera pêbaweriya ji sedî 95 de û +/- ji sedî 2,15 di navbera pêbaweriya ji sedî 99 de.(TY/AY)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
