Komeleya Wêjekarên Kurd yekem kongreya xwe pêkaniye
Komeleya Wêjekarên Kurd yekem kongreya xwe pêkaniye û Sûltan Yaray û Mehmet Devîren bûne hevserokên nû yên komeleyê.

Komeleya Wêjekarên Kurd ku xebatên xwe li Amedê birêve dibe, yekem kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe pêkaniye. di kongreyê de rêveberiya nû hatiye diyarkirin û Sûltan Yaray û Mehmet Devîren weke hevserokên nû hatine hilbijartin.
Di kongreyê de niqaşên çawaniya têkilî û piştgiriya di navbera nivîskarên Kurd de bi hêztir dibe hatiye kirin.
Di kongreyê de ji bo şaxên komeleyê li Êlihê û Wanê jî bê vekirin pêşniyar hatiye kirin.
Her weha ji bo demên di pêş de pilansaziya kargeh, semîner, konferans û xebatên li ser zaravayê kurmancî, kurmanckî û soranî werin lidarxistin, hatiye kirin. (AY)
*Çavkanî: AM
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.