Komeleya Akademîsyenan: Ev dê di dîroka akademîyê de bibe şermezariya mezin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Akademîsyenan nerazîbûna xwe ji bo jikarîderêxistina akademîsyenan dîyar kir.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de ya 686. ji 48 zanîngehan 330 akademîsyen ji karî hatine avêtin.
Bixwîne: 330 akademîsyenên ji 48 zanîngehan ji karî hatin avêtin
Komeleya Akademîsyenan daxuyand ku jikarîderêxistina akademîsyenên aştîxwaz derhiqûqî ye û di dema derbeyê de jî karên bi vî rengî nehatine kirin.
“Derbeya li birêvebirina zanîngehan”
“em ji karîderêxistina dersdarên demokrat û aştîxwaz şermezar dikin. Em hêvî dikin demildest ev xeletî bê serastkirin.
“Bi hêceta FETOyê hewildanek heye ku hemî kesên mixalifên [desthilatê] ji karî bêne avêtin. “
4811 akademîsyen ji karî hatine avêtin
Herî zêde akademîsyenên ji Zanîngeha Enqereyê(78) ji Zanîngeha Anadolûyê û ji Zanîngeha Marmarayê(23) hatine avêtin.
Heta niho 5 biryarname hatine weşandin. Bi biryarnameyan 4811 akademîsyen ji karî hatine avêtin.(NV/MB)