Klasîkên zarokan yên cîhanê êdî bi kurdî ye
Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk û Masîreşkê Biçûk di nav de 10 pirtûk wergerandine kurdî.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan yên cîhanê 10 pirtûk wergerandine kurdî.
Pirtûkên ku ji bo kurdî hatine wergerandin ev in:
Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk û Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De.
Edîtoriya seta ku ji aliyê wergêrên cûda de hatiye wergerandin, Redûr Dîjle kiriye.
Temamiya pirtûkên zarokan ji xêzan pêk tê û berg û naverokên pirtûkan karîkatorîst Dogan Guzel xêz kiriye.
Hûn dikarin li ser navnîşana aramyayinevi.com ê pirtûkan peyda bikin.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.