Kiliçdaroglûyî dengê xwe daye: Wê bihar bên vî welatî

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Namzetê Serokomariyê yê Namzeta Miletparêzan Kemal Kiliçdaroglû, tevî hevjîna xwe Selvî Kiliçdaroglûyî li Enqereyê, li Dibistana Seretayî ya Arjantînê dengê xwe yê ji bo hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an bikar aniye.
Kiliçdaroglûyî piştî dengdanê, li bexçeyê dibistanê axiviye û gotiye, “Ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû welatiyên me dikim kû çûne ser sendoqan û dengên xwe dane. Me hemûyan gelekî bêriya demokrasi, pêkvebûn û hembêzkirinê kiriye. Ji niha û pê de hûnê bibinin, wê bihar bên vî welatî û bihar wê her dewam bikin. Ez hezkirin û hurmeta xwe ji dil pêşkêşî we dikim.”
Basın Açıklaması https://t.co/T1OGovEPHF
— Kemal Kılıçdaroğlu (@kilicdarogluk) May 14, 2023
Dema Kiliçdaroglû ji dibistanê veqetiya, hilbijêrên li dibistanê slogana “Serokomar Kiliçdaroglû” berz kiriye. (RT/FD)