Kesên wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya CPJyê bistînin diyar bûn

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (The Committee to Protect Journalist, CPJ) kesên wê Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navdewletî ya 2017yê bistînin aşkere kir.
4 rojnamegerên ji Kamerûn, Meksîka, Tayland û Yemenê wî îsal xelatan bistînin ku rastî destdirêjî, girtin û gefa kuştinê ya dewletê hatine.
Dîrektorê Birêvebirinê yê CPJyê Joel Sîmonî got, “Li hemû cîhanî rojnameger bi fişar û gefxwarinê re rûbirû ne. Yên ke me xelat kirine ew kes in ku herî zêde bi karê xwe re mijûl dibûn û xwedî cesaret bûn û mînakên ku herî zêde girîngiya rojnamegeriyê zêde dikirin”.
Ahmed Abba, Particia Mayorga, Pravit Rojanaphruk û Afrah Nasser hêjayî xelatdayinê hatin dîtin.
Rêûresma xelatan wê di 15yê Kanûna Pêşî de li New Yorkê birêve biçe. (AA/ÇT/FD)