Kesên ne ji Amedê bin wê nikaribin têkevin trîbûnên Amedsporê
Di maça Gençlerbirligi û Amedsporê de tenê kesên ku li Amedê ji dayîk bûne wê karibin têkevin tirîbunên Amedsporê.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mudiriyeta Emniyeta Enqereyê daxuyand ku di maça Gençlerbirligi û Amedsporê de tenê kesên ku li Amedê ji dayîk bûne wê karibin têkevin tirîbunên Amedsporê.
Wê alîgirên Gençlerbirligiyê bi kartên Passoligê bikaribin biçin stadê. Ji bo trîbunên alîgirên Amedsporê jî tenê kesên li Amedê ji dayik bûne wê karibin têkevinê.
Di trîbuna protokole de jî ewlehiya taybet wê bergiriyê bigirin. Hat hîn bûn ku Ewlehiya Enqereyê ji ber parvekirinên medyaya civakî yên alîgiran û bûyerên borî yê di navbera Ankaragucu û Amedsporê de ewlehiya maçê derxistin asta herî jor.
Hat diyar kirin ku li derdor û derveyê stadê jî wê bergiriyên ewlehiyê werin girtin.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.