Kesên ku li Amedê êrîşî Starbucks û Burger Kingê kirin, serbest bûn
16 kesên ku ji ber êrişa li Amedê hatibûn desteserkirin, di heman rojê de hatin berdan.

16 kesên ku ji bo Îsraîlê protesto bike li Amedê êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn hatibûn desteserkirin di heman rojê de serbest bûn.
Gumanbar piştî îfadeyên li emniyetê şandin Edliyeyê.
Ji êrîşkaran 15 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan, kesek jî bi biryara kontrola edlî ya dadgehê serbest bû.
Çi bûbû?
Komek li Amedê êvara 22ê Hezîranê êrîşî Burger King û Starbucksê kiribû. Komê tekbîr anîbûn û dirûşmeyên “Şer, cîhad, şehîd” berz kiribûn.
Di 24ê Hezîranê de Wezareta Navxweyî ragihand ku êrîşkar hatine desteserkirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.