Karkerên madenê yên di teqîna gaza metanê ya li Kozluyê de mirin hatin bîranîn

Di 7ê Kanûna Paşiya 2013an de li kana girêdayê Rêvebiriya Dezgeha Kozlûyê ya Saziya Komira Kevirî ya Tirkiyeyê (TTK) di encama teqîna gaza metanê de 8 karkerên madenê miribûn. Îro ji bo wan karkeran merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, di merasimê de karkeran Quran xwendin û ji bo karkerên dua kirin.
Sekreterê Giştî yê Darayî yê Sendîkaya Karkerên Madenê ya Giştî (GMÎS) Yalçin Yîgît, Sekreterê Teşkîlata Giştî û Perwerdeyê ya GMÎSê Tayfun Demîr, rêveberên sendîkayan û karkerên madenê beşdarî bîranînê bûn.
Di encama teqîna gaza metanê de 8 karkerên madenê yên bi navê Huseyîn Kurekçî, Hasan Bozacıoglu, Muharrem Yapıcı, Yuksel Koca, Ahmet Şeker, Koksal Kadioglu, Muhsin Akyuz û Satilmiş Arslan miribûn.
Pêvajoya dozê
Piştî teqînê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Zonguldakê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de rêveberên girêdayî TTKê û nûnerên şîrketa taşeron jî di nav de bi giştî li 11 kesan doz hat vekirin.
Doza ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zonguldakê pêk dihat bi salan dewam kir.
Di sala 2017an de dadgehê cezayê girtîgehê li 5 bersûcan birî. Lêbelê, piraniya cezayên hat birîn veguherandin cezayê pereyî an jî taloq kirin.
(TY/AY)