Kargeha Medyaya Kurdî wê li Wêjegeh Amedê pêk were
Bernameya meha adarê ya Wêjegeh Amedê aşkere bûye. Kargeha Medyaya Kurdî jî wê di navbera 12-15ê Adarê de li Wêjegeh Amedê pêk were ku Atolye BIA li dar dixe.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya meha adarê ya Wêjegeh Amedê aşkere bûye ku bi hewldana Weşanxaneya Lîsê hatiye vekirin. Kargeha Medyaya Kurdî jî wê di navbera 12-15ê Adarê de li Wêjegeh Amedê pêk were ku Atolye BIA li dar dixe.
Wêjegeh Amed di 7ê Sibatê de hatibû vekirin û dixwaze li Amedê bibe cihê xwendin, pirskirin, hînbûn û nîqaşkirinê.
Avahiya Wêjegeh Amedê du tebeqe ne û li tebeqeyê yekem kafe-xwaringehek bi navê Haikuyê heye. Her weha odeyek heye ku wê kargehek li vir be û ji bernameyan re mazûbaniyê bike.
Kargeha Medyaya Kurdî jî wê di navbera 12-15ê Adarê de li vir pêk were ku Atolye BIA li dar dixe.
Li tebeqeya duyem jê salonek heye ku wê hunermend û lêkolînek bikaribin bernameyên xwe li vir pêk bînin. (SO/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.