Kampa Mexmûrê 10 roj in di bin dorpêça Artêşa Iraqê de ye
Li dijî dorpêça li Kampa Mexmûrê, 10 roj in berxwedana niştecihan didome. Leşkerên Iraqê hewl didin ava diçe kampê qut bike.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dorpêça Artêşa Iraqê ya li ser Kampa Mexmûrê ji 20ê Gulanê û vir ve berdewam dike.
Li gorî nûçeya MAyê, li dijî dorpêçê, niştecihên kampê li ber xwe didin. Artêşa Iraqê hewl daye ku ava diçe kampê qut bike û niştecihan bêav bihêle.
Artêşa Iraqê dixwaze kampê bi telan dorpêç bike. Li dijî vê hewldanê, niştecihên kampê 10 roj in li ber xwe didin. (NT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.