Jinnews careke din hatiye astengkirin
Malpera Jinnewsê cara 32yan hatiye astengkirin. Ajans wê li ser malpera jinnews31.xyz-ê weşana xwe dewam bike.
.jpeg)
Dadgehê careke din malpera jinnewsê qedexe kiriye. Dadgeha Aştî û Cezayê ya 1em a Amedê biryara astengkirinê daye. Saziya Teknolojî û Ragihandinê (BTK) biryar aşkere kiriye.
Weşana jinnesw wê weşana xwe li ser malpera jinnews31.xyz-yê dewam dike.
Derbarê JinNewsê de
Ajansê di 25ê Îlona 2017ê de bi tirkî, kurmancî, zazakî, erebî û ingilîzî dest bi weşanê kir. Bi tenê rojnamager û edîtorên jin kar dikin û nûçeyên nûçegihaniya jinparêz diweşînin.
JINHA, yekem ajansa nûçeyên jinan a Tirkiyeyê jî di nav de 15 saziyên medyayê di 29ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnan de hatibû girtin. Rojname Şûjinê di Kanûna Pêşiyê ya 2016ê de dest bi weşanê kiribû.
Ew jî di 25ê Tebaxê de bi KHKya hejmar 693yê girtibûn. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.