Jinên Şîliyî: Sûcdar tu yî
Kolektîva femînîstan a Şîliyê li ber Wezareta Mafên Jinan û Wekheviya Zayenda Civakî bûyerên istismara zayendî protesto kirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endamên Kolektîva Femînîstan a Şîliyê li ber Wezareta Mafên Jinan û Wekheviya Zayenda Civakî kom bûye û istismara zayendî, helwestên zayendperest û jinan sûcdar nîşan dikin protesto kirine.
Di xwenîşandanê de jinan gotiye, “Xete ne ya min e, ne ew e ku ez li ku me, çi li xwe dikim. Sûcdar tu yî. Sûcdar polîs, daraz, dewlet û serok e. Sûcdar dewleta zordar e ku dijminatiya jinan dike.” (EMK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.