Jineka kurd bûye endama Lijneya Birêvebir a Weqfa Nobelî

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dilşa Demirbag-Sten li Lijneya Birêvebir a Weqfa Nobelî bûye avakar û sekretera giştî ya Wezareta Dadê(ya Swêdê).
Rojnameger û nivîskar e
Dilşa Demirbag-Sten nivîskar û rojnamegereka navdar a kurd e. Wê li ser pirsa bianet/kurdîyê bi telefonê got:
“Ez keyfxweş im ku dibînim jineka kurd a penaber kariye li Swêdê xwe bi pêş ve bibe û bê cihên baş.
“Swêd ew welat e ku rê û derfetan dide ku hûn bi ser bikevin.
“Ez mecbûr bûm ku bibim penaber û heke ne penabereka welatekê demokratîk bama, min ê nekariya bi ser bikevim.
“Ez hêvî dikim ku ez ê zêdetir jinên kurd li lijneyê û cihên bilind bibînim.”
Demirbag-Sten 1969ê li Elezîzê hatiye dinê. Dema ku 6 salî bûye ji bajarê xwe Elezîzê digel malbata xwe koçî Swêdê kiriye. Wê li Zanîngeha Stockholmê beşê sîyasetnasîyê xwendiye.
Wê sala 2018ê ji ber hevkarîya li Kontîya Stocholmê Madalyeya St:Erikî standiye.
(MB)
Wêne: Facebook/DilsaDemirbag-Sten
VÎDEO - NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Îşev, don’t cry yadê!
.jpg)
NIVÎSA MURAT BAYRAMÎ
Şîreta li tûrîstan: "Kurdî zimanê terorîstan e"

NÛÇEYA MURAT BAYRAMÎ
Penaberên Efxanî û Pakistanî li Amedê asê mane
.jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Kerên karker ên şaredarîyê rojeka xwe çawa diborînin?
.jpg)
MURAT BAYRAMÎ NIVÎSAND
Rapora Reutersî û tama tehl a gîyayê hewşê
.jpg)