Ji bo zarokên ku mexdurê erdhejê ne kampanyaya “Konê listikê” destpê kiriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê ji bo zarokên ku ji erdhejé bandor bûne kampanyaya “Konê Lîstikê” hatiye destpêkirin.
Li gorî nuçeya Eylem Akdag û Welat Ekin ku li Ajansa Mezopotamyayê weşiya ye ji Maseya Krîzê a Tevna Zarokan Gulan Onkolê gotiğe ku divé ji bo ku zarok pévajoya travmayé derbasbikin pêdivî bi materyalé pélistokén yên weki mase u kursi u materyalén nivisbariyé hene.
Onkolê gotiye ku komek li Amedé u komek jî li Semsuré xebatan didomîne.
Onkolê weha gotiye: “Em bi 250 kes xebatkarén xwe é dilxwaz li qadé ne. Derbarê kîtên paqijiyê û jiyanî de xebatên me hene. Ji bo ku em prisgirékén xwariné çareser bikin saziyen ku em bi pé re hevkariyé bikin hebûn.
Onkolé bal kişandiye ser xebatén xwe yên jinparéz u zarokparéz u gotiye: zarok ji dayiké naqete. Di rewşên wiha de em xebatén xwe ji bo fêda herî bilind ya herdu aliyan ku him ji bo zarokan û him jî jibo jinan dimeşîn in.
Pêdivî bi kon û pêlîstokan heye
Onkolê bi bir xistiye ku zarok neçar in demeke direj di konan de bimînin û destnîşan kiriye ku divê pêvajoya adaptasyona zarokan were lezkirin u hêsankirin.
Onkolê diyar kiriye ku Ji ber vê yekê me bi xwebexşên li qadê ne re biryar da ku konên listikê vedin. Ji bo zarokan em piştgiriyê didine xebatên hem psiko-civaki hem ji xebatên efektîf.”
Onkolê bibîr xistiye kampanyaya ku Tevna Krîzê a Zarokan daye destpêkirin li ser hesabên medyaya civakî berdewam dike û gotiye, “Em pêlîstokan dixwazin.”
Gulan Onkolê diyar kiriye ku ew him ji bo bexşên konan û him jî ji bo bexşên pêlîstokan amade ne. Her weha Onkolê destnîşan kiriye ew ji bo hemû cûre piştgiyan amade ne.
Yên ku dixwazin bi kon û pêlistokan piştgiriyê bide zarokan dikarin têkiliyê bi vê hejmarê re deynin: 05056232751
*Helen Sarigulê ev nüce ji tirkî wergerandiye