Ji bo Şaredariya Qaxizmanê ya DEM Partiyê qeyûm hat tayînkirin
Şaredarê Navçeya Qaxizmanê ya Qersê ya DEM Partiyê Mehmet Alkan ji kar hat dûrxistin û li şûna wî qeyûm hat wezîfedarkirin.

Wezareta Navxweyî qaymaqamê Qaxizmanê Okan Daştan ji bo Şaredariya Qaxizmanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) weke qeyûm wezîfedar kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di 20ê Sibatê de bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredar Mehmet Alkan hatibû birîn û avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin.
Di teblîxata wezaretê de hatiye diyarkirin ku Hevşaredar Mehmet Alkan “weke tevdîreke demkî” ji peywirê hatiye girtin û qeymeqamê navçeyê Okan Daştan weke qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin.
Ji 3ê Hezîrana 2024an heta niha ji bo şaredariyên DEM Partiyê 9emîn qeyûm e tê tayînkirin.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.