“Ji bo master û doktorayê em ê xwendekaran neşînin DYAyê”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo kêmkirina mesrefên bi dolaran tên kirin, Wezareta Perwerdeya Milî gavek avêtiye. Mûstafa Safran, Cîgirê Wezîrê Perwerdeya Milî gotiye, dema ew xwendekaran ji bo master û doktorayê dişînin DYAyê gelek pare li wan diçin û mesrefa vê, 35 milyon dolar e.
Safranî diyar kiriye ku, “Ji bo perjewendiyên bilind ên Tirkiyeyê û li gorî polîtîkaya karên derve ya Tirkiyeyê ew ê berê xwendekaran ber bi Ewropayê û Rojhilata Dûr ve vekin.”
Safran duh (12yê Îlonê) li Enqereyê di civîna Eğitim-Bir-Senê de axiviye. Cîgirê Wezîrî gotiye ku, di çarçoveya qanûna hejmar 1416ê ya derbarê xwendekarên ku wê ji bo welatên biyanî bê şandin de, ji destpêkê heta sala 2005an wan 9 hezar û 689 kesan kes, di deh salên dawiyê de jî 15 hezar û 881 kes ji bo perwerdeyê şandine li derveyî welat.
Mûstafa Safranî diyar kiriye ku ew ê bi Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind re derbarê vê meseleyê de kom bibin. (BK/FD)
* Foto: Wezareta Perwerdeyê