Ji bo Hefteya Rûmetê ya 26. du daxuyanî hatin dayin

Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Stenbolê ji bo Hefteya Rûmetê ya LGBTyan ya 26. destûr neda xwenîşanderan ku bimeşin. Xwenîşanderan daxuyanîyek li kolana Mîsê û daxuyaniyek li ber Oda Kuleyê xwendin.
Polîsan bi wesayitên midaxeleya çalakîya kolanên Taksîmê girtibûn.
Piştî hevdîtina digel polîsan nêzîkî 100 xwenîşanderan li kolana mîsê daxuyaniyek da û byî ku bimeşin belav bûn.
Siet 19ê jî li ber deriyê Oda Kuleyê daxuyaniyek hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ew kesên LGBT dê bi ti deran ve neçin û dîwaran biroxînin.
Şaredariya Stenbolê malpera çavdêriya li bajarî girt. Malpera “İstanbul’u Seyret” malperek e ku dîmenên kamerayên kolanên Stenbolê nîşan dide. Şaredariyê duhî ji serê sibeyê ve weşana malperê sekinand.
Ji 2015ê ve qedexe ye
Li Tirkiyeyê cara pêşiyê sala 1993yê bi navê “Hefteya Azadiya Zayendî” bername hatibûn çêkirin. dê diyarkiirn ku di sala 2013ê de 100 hezar kes beşdarî Meşa Rûmetê bûne. Walîtîya Stenbolê sala 2015ê meş qedexe kiriye û ji wê demê ve destûr nayê dayin.
(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
