Ji bo belgefîlma “Dêrên Winda” kampanyeya alîkariyê dane destpêkirin
Ekîba belgefîlma bi navê “Dêrên Winda” ji bo piştgiriyê, li ser Fongogoyê kampanyayek daye destpêkirin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ekîba belgefîlma bi navê “Dêrên Winda” li bendî alîkariyê ye ku wê di encama xebatê de arşîva dêr û gorên Ermen û Suryanan amade bikin.
Ji bo belgefîlma li sere Fongogoyê kampanyayek dest dane destpêkirin ku wê Şiyar Dîcle derhênerê belgefîlmê be.
Ekîba belgefîlmê wê hewl bide ku li gund û gundikan bigere û lêkolînê li serdahatûya baweriya mirovan bikin û van tomar bikin.
Xebata belgefîlmê wê di sê beşan de pêk were ku ya yekem wê li Dêrsim, Elezîz, Meletî û Erzeromê be. Ya duyem li Amed, Mûş, Mêrdîn, Riha, Êlih û Sêrtê û ya sêyem jî wê li Bedlîs, Colemêrg, Wan, Agirî û Qersê pêk were.
Çavlirê ye ku di meha Hezîranê de dest bi belgefîlmê bikin û piştî du salan were nîşandan. (AO/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.