Ji ber sûcê tecawizê 23 sal cezayê girtîgehê li produktor Harvey Weinsteinî hatiye birîn
Ji ber sûcê tecawizê ya li gelek jinan Harvey Weinstein, produktorê amerîkî 23 sal cezayê girtîgehê ê hatiye birîn.

Fotograf: AA / Arşiv
Ji bo Weinsteiniyê 67 salî ji 5 salan heta 25 salan cezayê girtîgehê dihate xwestin. Produktorê amerîkî li New Yorkê bi kefaleta beramberî 5 milyon dolarî hatibû berdan û dadgehkirina wî berdewam dikir.
Weinsteinê ku "destdirêjî" û "tacîza cinsî" jî di navê da ji ber 5 sûcên cuda dihat darizandin, ji ber îstismara cinsî û destdirêjiya pileya sêyemîn sûcdar hatiye dîtin û 23 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Doza li Los Angelesê dewam dike
Heta niha zêdetirî 75 jinên ku jê zêdetirî 30 jin lîstikvan in, Weinstein bi sûcê tacîza cinsî û destdirêjiyê tohmet dikin.
Ji aliyekî din va doza ku derheqê Weinsteinî de li Los Angelesê ji ber îdiayên tacîza cinsî û destdirêjiyê hatiye vekirin, dewam dike. (FD)
Çavkanî: AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.