WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ALMANYAYÊ
Ji ber rewşa li Tirkiyeyê têkiliyên dualî guherîye

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîelî di civîna xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku ew ê di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re guhertinan çêbikin.
Li gorî nûçeya Deutche Welleyê Gabrîel, piştî ku mafparêz li Buyukadayê hatin desteserkirin û girtin betlaneya xwe di nîvco de hişti ye û vegeriyaye Berlînê.
Gabrîelê daxwaza serbestiya mafparêzên ku welatiyê Almanyayê Peter Steudtnerî jî di nav de ye, rojnamegerê girtî Denîz Yucelî û wergêr Meşale Tolûyê kir.
Gabrîelê destnîşan kir ku li Tirkiyê ewlekariya hiqûqî nîne û ew ê têkiliya aborî û civakî di ber çavan re derbas bikin. Di vê çarçoveyê de ew ê krediyên hinardeyê yên Almanyayê û alîkariyên darayî yên Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyê re dişîne ji nû ve werin destgirtin û ew ê hişyariya geştê bê tundkirin. (TP/ÇT/FD)