Ji ber parvekirinên medyaya civakî 10 kes hatin girtin
10 kesên din ji ber ku di medyaya civakî de hin tişt li ser medyaya civakî par ve kirine hatin girtin. Li gorî vê encamê heta niha herî kêm 26 kes di heman çarçoveyê de hatine girtin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
10 kesên din ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên derbarê operasyona li ser Efrînê de hatin girtin.
10 kes li Nîgde, Çanakkale û Dîlokê ji hêla dadweriyên cezayan ên sulhê ve hatine girtin ku di nava wan de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajaran jî hene.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, 311 kesên li ser medyaya civakî derbarê operasyona li ser Efrînê de parvekirin kirine bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kirine” hatine desteserkirin.
Operasona li ser Efrînê 20ê Kanûna Paşiyê dest pê kiribû û 11 roj in ku berdewam dike. Di 10 rojan de herî hindik 16 kes hatibûn girtin. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.