Ji ber parvekirinên erdhejê yên li ser medyaya civakî 4 kes hatine desteserkirin
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê (MGM) ragihandiye ku bi tohmeta ku têkildarî erdhejê “postên provokatîf parvekirine” derbarê 90 kesî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes jî hatine desteserkirin.
Di erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6an ku di 6ê Sibatê de li Pazarcik û Elbistana navçeyên Mereşê pêk hatine de 3 hezar û 381 kes mirine û 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûne.
EGMyê îro di daxuyaniya xwe ya nivîskî de weha gotiye:
“Têkildarî erdheja Pazarcika Mereşê li ser platformên medyaya civakî ji bo tirs û xofê li ser welatiyên me çêkin, parvekirinên provokatîf tên kirin. Ji ber vê yekê hesabê 90 bikarhênerên medyaya civakî hatine tespîtkirin û ji bo yekineyên pêwendîdar hatine şandin. Di çarçoveya teblîgatên ku li Serdozgeriyên Komarî hatine girtin 4 kes desteserkirin. Derbarê bikarhênerên din de kar û barên qanûnî didomin.”
(AS/AY)