Ji ber parvekirinên derbarê koronavirusê de 303 kes hatine desteserkirin
Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku bi îdiaya li ser medyaya civakî derbarê koronavirusê de tiştên bêbingeh û provokatîv weşandine, 330 kes hatine desteserkirin.

Wezareta Karûbarên Navxweyî aşkere kiriye ku bi îdiaya li ser medyaya civakî derbarê koronavirusê de tiştên bêbingeh û provokatîv weşandine, 330 kes hatine desteserkirin.
Wezareta Karûbarên Navxweyî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ji ber parvekirin derbarê koronavirusê de 303 kes hatine desteserkirin.
Wezaretê wiha gotiye: "Di nava 31 rojan de ji ber derbarê koronavîrusê de parvekirinên bêbingeh û provokatîv kirine, lêkolîn li hesabê 5 hezar û 603 kesan hatiye kirin. 765 gumanbar hatine tespîtkirin. 303 kes hatine desteserkirin.” (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.