Ji ber "Kobanî û Newrozê" doz li nivîskar Yavûz Ekîncî hatiye vekirin
Derbarê nivîskar Yavûz Ekînciyî de ji ber ku di navbera salên 2013 û 2014an de li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîs û dîmenê têkildarî piştgirîkirina Kobanî û Newroza Amedê belav kiriye, doz hatiye vekirin. Ekîncî ragihandiye ku danişîna destpêkê wê di 9ê Îlonê de pêk were.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Nivîskar Yavûz Ekîncî ragihandiye ku ji ber parvekirinên medya civakî doz li wî hatiye vekirin.
Ekîncî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxûyanî daye û gotiye, “Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê parvekirinên min yên medya civakî yên di navbera salên 2013 û 2014an de yên daxûyaniya ji bo piştgirîkirina Kobanê ku me bi nivîskaran re dabû, dîmena ji bo piştgiriya Kobanê û Newroza Amedê weke sûc nirxandiye û derbarê min de îddianame amade kiriye.
Ekînciyî diyar kiriye ku îddianameya dozgeriyê amade kiriye ji aliye dadgehê ve hatiye qebûlkirin. Danişîna destpêkê li 34em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di saet 10.00ê 9ê Îlonê de wê pêk were.(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.