DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ
Ji ber cidaxwaziya li Cemxaneyan hatî kirin Tirkiye mehkûm e ku 54 hezar û 400 Euroyan bide

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku “ji ber cidaxwaziya li Cemxaneyan hatî kirin Tirkiye mehkûm e.”
Tirkiye dê 54 hezar û 400 Euroyan bide Weqfa Ceman.
Cemxaneya Yenîbosnayê ji dewletê xwestibû ew heqê ceyrana Cemxaneyê bide. Dewlet heqê mekanên îbadetê dide. Lê ji bo Cemxaneyan nehat dayin û dewletê diyar kir ku “Elewîtî ne dînek e, Cemxane jî ne îbadetxane ne.”
Li ser vê yekê Weqfa Ceman serî li Dadgeha Mafên Mirovan da. Dadgehê biryar da ku dewley “mafê bawerîyê binpê dike” û “cidaxwaziyê ji bo Cemxaneyan dike.”
Serokatiya Karên Diyanetê diyar kiribû ku Cemxane ne îbadetxane ne. Di 27ê Gulana 2008ê de, Cemxaneyan ev yek qebûl nekir û doz vekir. Dadgeha Beyoglûyê daxwaza Cemxaneyan red kir.
(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
