Ji ber bibîranîna Mûsa Anterî çalakî li Mêrdînê qedexe kirine
Walîtiya Mêrdînê biryar daye û aşkere kiriye ku li tevahiya bajêr heta 15 rojan hemû çalakî û bername hatine qedexekirin. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de yadkirina Apê Mûsa weke sedema qedexeya çalakiyan nîşan daye.

Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Walîtiya Mêrdînê, bi sedema ku Apê Mûsa li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê wê bê bibîranîn, çalakî û bernayên li bajêr heta 15 rojan qedexe kiriye.
Walitiyê di biryara qedexekirinê de yadkirina Zanayê Kurd Apê Mûsa ku di 20ê Îlona sala 1992an de hatibû qetilkirin, weke sedema qedexeyan nîşan daye.
Apê Mûsa li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya Nisêbînê wê bihata bibîranîn.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de îddia kiriye ku organîzatorên bîranîna Apê Mûsa bi PKKê re têkildar in.
Balkêşe ku walîtiyê sedema qedexeya xwe, bi nexweşiya koronavîrusê ve girê daye û Wezîrê Dadê yê berê Mehmet Topaç ê ku di 29ê Îlona 1994an de hatibû kuştin, bi bîr xistiye.(EMK/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.