Ji ber astengnekirina êrîşa DAIŞê, doz li polîsan hat vekirin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li mîtînga Partiya Gelan a Demokratîk(HDP), li Diyarbekirê bi bombeyan êrîş hatibû kirin. Ji ber ku polîsan êrîş asteng nekiriye doz li 14 polîsan hatiye vekirin.
Serdozgeriya Diyarbekirê Burhan Gok wek yek ji endamên DAIŞê û berpirsê êrîşê nîşan da.
Di 5ê Hezîrana 2015ê de, du rojan ji beriya hilbijartinên giştî êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin. Dema Bûrhan Gok hatî girtin telefona wî nehatiye kontrolkirin û hatiye tehlîyekirin.
Bixwîne - Dadgeha bersûcê endambûna DAIŞê tehlîye kirî: Hûn nikarin îtiraza tehlîyeyê bikin
Li gor îdianameya hatî amadekirin digel ku ji bo lêgerîna teqemeniyan ji bo polîsan fermannameyek hatiye şandin jî polîs li teqemeniyan negeriyane.
Bi Qanûna Cezayan a Tirkan( 257/29 ji bo polîsan bi sûcê pêkneanîna erkên xwe heta du salan cezayê girtinê tê xwestin. (AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
