Ji 5 rojnamegerên desteserkirî 3 ji wan serbest man
Rojnameger Sîbel Yukler, Dîren Yurtsever û Selman Guzelyuz piştî ku li emniyetê îfadeyên wan hatin standin serbest man.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji 5 rojnamegerên ku li Enqereyê di encama serdegirtina malên wan de hatibûn desteserkirin 3 ji wan serbest man.
Sîbel Yukler edîtora Jin Newsê, Dîren Yurtsever û Selman Guzelyuz nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê piştî îfadeyên xwe yên emniyetê roja şemiyê serbest man.
Editora Jin Newsê Sîbel Yukler, nûçegîhanên Jin Newsê Duygu Erol û Habîbe Eren û nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Dîren Yûrtsever û Selman Guzelyuz hatin li Enqereyê di encama desteserkirina malan de hatibûn desteserkirin.
Li gorî nûçeya Jin Newsê çavlirê ye ku Habîbe Eren û Duygu Erol ên li Midûriyeta Têkoşîna Dijterorê ya Enqereyê tên girtin, îro derkevin pêşberî dadgehê. (HK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.