Îsraîlê di êrîşa hewayî ya li ser Xezeyê de rojnamegerek din jî kuşt
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), ji destpêka şerê 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve herî kêm 15 rojnameger di êrîşan de mirine. Ji rojnamegeran mirine jê 11 Filistînî, 3 Îsraîlî û 1 jî Lubnanî ye.

Rojnamegerek din di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xeta Xezeya dorpêçkirî de mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ku ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Es-Seftavî ya li bakurê Xezeyê êrîşî mala rojnamegerê Filistînî Muhammed Balûşe kir.
Di êrîşê de nûçegihanê kanala El-Yewm a Filistînî Balûşe miriye û gelek sivîl jî birîndar bûne.
Li gorî Ajansa Anadolûyê, hejmara rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Çiriya Pêşiyê vir ve yên li ser Xezeyê de mirine, derketiye 13an.
Li gorî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji 7ê Çiriya Pêşiyê û vir ve di nava 4 hezar kesên ku ji herdu aliyan mirine de herî kêm 15 rojnameger hene. Ji wan rojnamegeran jê 11 Filistînî, 3 Îsraîlî û 1 jî Lubnanî ye.
(HA/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.