Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir
Artêşa Îsraîlê baregehên Sûriyeyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de gelek leşker mirin e.

Balafirên Îsraîlê baregehên leşkerî yên li başûrê Sûriyeyê bombebaran kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Îsraîlê şevê din di saet derdora 02.00an de êrişî Tabûra Radar a li derdora bajarokê Karfa ya girêdayî bajarê Derayê û Tûgaya 12an a li herêma Îzraayê ya li çoltarê bakurê Derayê kir.
Her weha li gorî hinek çavkaniyan, di encama bombebaranê de 4 jê payebilind bi giştî 11 leşkerên Sûriyeyê di êrişê de hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Ajansa Dewletê ya Sûriyeyê (SANA) hatiye parvekirin, di êrişê de 8 leşker mirine û 7 jî birîndar bûn. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.