Îro Roja Ajalên li Kolanan a Cîhanî ye

Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li seranserê Cîhanê ji sala 2010an û vir ve 4ê Nîsanê weke Roja Ajalên li Kolanan a Cîhanî tê pîrozkirin.
Di vê rojê de mixabin tişta ku yekser dî mirovan, êrîşên li van ajalên li kolanan dijîn û mafên wan ên tên binpêkirin, tê.
Li seranserê cîhanê bikêmanî 600 milyon ajal li kolanan dijîn. Li Tirkiyeyê jî lî texmînan 10 milyon e hejmara wan.
Li Tirkiyeyê di dîrokeke nêzîk de mafên ajalan misoger bûne. Komisyona lêkolînê ya mafên ajalan a li Parlamentoyê di sala 2019an de hate avakirin.
Li Giravan li şûna paytonan geşt nû di sala 2020an de bi wesayitên bielektrîk destpê kir. Qanûna Parastina Ajalan di sala 2021an de hate guhertin.
Li Cîhanê rewş hinekî din cuda ye. Li Ingilistanê di sala 2021an de projeqanûnek hate qebûlkirin ku li gorî vê projeqanûnê, hestên ajalan jî hene.
Îspanyayê jî di sala 2022yan de proqanûnek qebûl kir ku li gorî wê, ajal endamên malbatan in. Bi tenê ne yên li malan tên xwedîkirin, her weha yên li kolanan dijîn û hin kes wan xwedî dikin jî di vê kategoriyê de ne. (TY/FD)
Li Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê 169 jin hatin desteserkirin

Li Gebzeyê qetlîama ajalan: Divê stargeha şaredariyê were girtin

Di 40emîn danişîna doza Ahmet Yildizê de careke din edalet pêk nehat

22EMÎN MEŞA ŞEVÊ YA FEMİNÎST
Li Stenbolê tevî astengiyan jin û LGBTI+ li kolanan in

Qada kana zêran a Îliçê herifî: Herî kêm 9 karker di binê axê de ne
