Îran: Em Hûsîyên Yemenê perwerde dikin

Sererkanê Leşkerî yê Îranê Mihemed Baqirîyî diyar kiriye ku Artêşa Mihafizên Şoreşê ji Hûsiyên Yêmenê ra şêwirmendiya leşkerî dike.
Baqirî ji têlevîzyona "Phoenix"ê ya Çînê ra axivîye û der heqê tevkariya eskerî ya navbera Îran û Hûsiyên li Yêmenê da agahî daye.
Baqirî diyar kir ku Artêşa Mihafizên Şoreşê ji Hûsiyan ra "şêwirmendiya eskerî û piştgiriya fikrî" dike û wiha dewam kir: "Ji bo ku îşxalê dawî bikin ew ê heya dawîn ligel gelê Yêmenê bin."
Baqirî îdiayên ku dibêjin Îranê ji Hûsiyan ra fuze şandin jî red kir û îdia kir ku vê gavê meriv nikare ji Yêmenê ra derman jî bişîne.
Baqirî parast ku "Amerîka curet nake ku bi wan ra şer bike" û "Hêzên çekdar ên Îranê ji bo her şerî amade ne."
Sererkanê Îranê got ku ew ê bi meha berfanbarê da bi Rûsyayê ra li bakurê Okyanusa Hindê û başûrê Behra Umanê tetbîqata eskerî ya hevpar bikin û artêşa Çînê jî wê beşdar bibe.
(MB)
İbrahim Atmaca |AA