IMDbê careke din ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
IMDbê ku ji bo fragmana fîlma bi nave ‘Reis’ de ji bo Erdogan gotibû ‘Dîktator’ û piştre wê peyvê guhertibû, careke zivîrî ser gotina yekem.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Franmana fîlma bi navê ‘Reis’ ku mijara wê jiyana Erdogan e di IMDbê jî hat weşandin. Di metna danasîna filmê de IMDbê Erdogan weke ‘Dîktator’ bi nav kiribû. Ji ber bertekên hatin nîşan dan, peyva ‘dîktator’ weke ‘sîyasetmedat’ hatibû guhertin. Lêbelê îro xuya ku IMDbê careke din zivirî ser gotina xwe ya yekem û ji bo Erdogan got ‘dîktator’.
Di danasîna fîlma ‘Reis’ê de wiha tê gotin:
“Mijara fîlmê jiyana dîktator Recep Tayyip Erdogan e. Ew ji 2014an vir ve serokomarê Tirkiyeyê ye.”
Derbarê fîlmê de
Li gorî agahiyên rûpela Beyazperdeyê derhênerê fîlmê Hudaverdî Yavuz e. Di rola Erdogan de Reha Beyoglu, di ya Emîne Erdogan de jî Ozlem Balci dilîze.
Muzîkên filmê jî Yucel Arzan çêkiriye.
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.