Îmamoglûyî Newroza Bûldanê pîroz kiriye
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê telefonî Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPyê kiriye û Newroza wê pîroz kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îmamoglûyî di hevdîtinê de behsa betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPyê yê Kocaeliyê û doza girtina HDPyê jî kiriye û gotiye tiştên diqewemin li dijî demokrasiyê ne.
Îmamoglûyî her weha diyar kiriye ku ew ê di danîna kevirên pîvek ên demokrasiyê bi hev re dewam bikin.
Bûldanê jî Newroza Îmamoglûyî pîroz kiriye û li hember cezayê pereyan ê li wî hatiye birîn piştgiriya xwe diyar kiriye. (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.