IHD: Hewceyîya aştiyeka civakî heye

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) rapora salane ya binpêkirina mafên mirovan eşkere kir.
Di raporê de binpêkirinên mafên mirovan ên di 2016ê de li Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Tirkiyeyê hatîn kirin hene.
Binpêkirinên mafê mirovan ên sala 2016ê
Cihgirê serokê Komeleya Mafên Mirovan, Racî Bîlîcîyî rapor xwend û mafên hatîn binpêkirin eşkere kirin.
Guhertina Makeqanûnê
“Bêguman e ku Makeqanûneka piralî, demokratîk û sivîl daxwaza gelî ye
“Divê bilez Makeqanûnek bê çêkirin ku bi cidayîyê dîn, ziman, çand û nijada welatiyan wan ji hev cida neke.
Pevçûn û şer
“Vî welatî bilez hewceyîya aştî û hizûrê heye. Divê şer û pevçûn bisekinin û dîyalog dest pê bikin.
Sîyasetmedarên girtî, qayûm
“Hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk jî tê de 11 parlamenter di girtîgehan de ne. Ew bi awayekê neheqane û sedemên siyasî hatine girtin.
“Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de erkdarkirina qeyûman kiryareka dij-demokratîk e.
“Bi erkdarkirina qeyûman û girtina parlamenteran îradeya gelî tine hat hesibandin.
“Di sala 2016ê de ji bo nêzîkî 50 şaredariyan qeyûm hatine erkdarkirin.
Îşkence û miameleya xerab
“Di dema Rewşa Awarte de, kiriyarên îşkenceyê yên li desteserkiriyan û yên ne desteserkirî zêde bûye.
“Binpêkirina mafê saxlemiyê didome. 905 girtîyên nexweş hene, rewşa 323 ji wan xerab e û ew di halê xwe de hatine hiştin.”(AS/MB)